settings icon
share icon
Pirs

Îsa Mesîh kî ye?

Bersîv


Ji pirsa “Ma Xwedê heye?” cûda, pirr hindik kes dipirsin gelo Îsa Mesîh hebû an na. Bi gelemperî tête qebûl kirin ku Îsa ji rast jî mirovek bû ku 2000 sal berê li Îsraîl li ser rûyê erdê meşiyaye. Gelemşe, gava ku mijara pênasa tam ya Îsa were gengeşî kirin dest pê dike. Hema hema her olê mezin fêr dike ku Îsa pêxemberek bû an jî mamosteyek qenc bû an jî mirovek xwedênas bû. Pirsgirêk ev e ku Încîl ji me re dibêje ku Îsa ji pêxemberek, ji mamosteyek qenc an jî ji mirovek xwedênas zehf zêdetir bû.

C.S. Lewis, di pirtûka xwe de, Mere Christianity, vanên jêrîn dinivîse: “Li vir ez hewl didim xwe pêşî li kesek bigirim bila tiştê hişsivikan, ku mirov bi gelemperî di derheqê Wî [Îsa Mesîh] de dibêjîn, nebêje: ‘Ez amade me Îsa wek mamosteyek gewre yê rewiştî qebûl bikim, lê ez îddia wî ya Xwedabûnê qebûl nakim.' Yek tiştek ku divê em nebêjin ev e. Mirovek ku bitenê mirovek bû û ji rengên tiştên ku Îsa gotîye gotî nedibû mamosteyek gewre yê rewiştî. Ya ew wê şêtek bibûya—di heman xêza mirovek de yê ku dibêje ew hêkek kelandî ye—an na, bibûya Îblîsê dojehê. Divê hûn hilbijêrka xwe bikin. Ev mirov ya Kurê Xwedê bû/ye an na, şêtek an jî tîştek xirabtir bû/ye. Ji bêhişî, hûn dikarin wî huş bikin, hûn dikarin wek îblîsek tû wî bikin û wî bikujin; an jî hûn dikarin xwe bavêjin ber lingî wî û jê re bibêjin Reb an jî Xwedê. Lê di derheq navnameya wî ya mamsoteyek gewre yê mirovî de, em çu tewşikîyek pîber pêşnîyar nekin. Wî wê vebijarka ji me re vekirî nehişt. Wî nêt nekir ku bihêli.”

Wê car, ma Îsa gotî Ew kî ye? Ma Încîl dibêje Ew kî ye? Pêşîn, ka em li peyvikên Îsa yên di Yuhanna 10:30 de derbas dibe mêze bikin, “Ez û Yabo yek in.” Serê ewil, mirov dibêje qey viya ne îddiaya Xwedabûnê ye. Lêbelê, li hember gotara Wî li berteka Cihûyan binihêrin. Cihûyan vegerand û got “‘Ne ku em ji bo van tiştan yekê te diricimînin, lê ji bo kufrê, lewma tu, tenê mirovek, îddia dikî ku bûyî Xwedê’” (Yuhanna 10:33). Cihûyan gotara Îsa wek îddiayek Xwedabûnê fem kir. Di rêzên jêrîn de, Îsa çu caran gotina Cihûyan serrast nekir û negot, “Min îddia nekir ku Ez Xwedê me.” Viya wekat dike Îsa, bi rastî, bi diyarkirina “Ez û Yabô yek in” (Yuhanna 10:30), digot ku Ew Xwedê bû.. Yuhanna 8:58 mînakek din e: “Ez ji we re rastîyê dibêjim,’ Îsa bersîv da ‘hîn Îbrehîm xwedê nedabû, Ez heme!’” Cihûyan, dîsa bi hêzdana ricimandina Îsa, li hemberî vê gotarê, xwarî keviran bûn (Yuhanna 8:59). Bangkirina Îsa ya pênasa Xwe wek “Ez im”, rastarast tetbîqek navê Xwedê yê Peymana Kevn e (Komkoçî 3:14). Heke Îsa tiştek, ku Cihûyan bawer dikir Ew pê bûye kafir, ango îddiaya Xwedêbûnê, negotibûya, çima Cihûyan dîsa dixwest ku Îsa bidin ber keviran?

Yuhanna 1:1 dibêje “Kelam Xwedê bû.” Yuhanna 1:14 dibêje “Kelam bû laş.” Ev bi eşkera destnîşan dide ku Îsa Xwedanê di laş e. Peyrewê Thomas ji Îsa re vegotî, “Rebbê min û Xwedanê min” (Yuhanna 20:28). Îsa gotina wî li hev rast naki. Paulê hawarî salixdana Wî wekî, “…Xwedan û Xelaskarê me yê mezin, Îsa Mesîh” (Titus 2:13) dide. Petrusê hawarî heman tiştî dibêje, “…Xwedan û Xelaskarê me Îsa Mesîh” (2 Petrûs 1:1). Xwedanê Yabo jî govanê pênasa Îsa ya tam e, “Lê di derheqê Kur de ew dibêje, ‘Ezmanê Te, Xwedêyo, dê heta hetayî û her bidome û rastî jî dê bibe gopalê keytîya Te.’” Peymana Kevn pêşdibîne ku Îsa yazdantîya Xwe bang dike, “Lewma zarokek me çêbû, Xwedê kurikek da me û kargerî dê li milên wî be. Û dê jê re were gotin Pêşewrê Şahane, Xwedanê Serwer, Yaboyê Cawîdan, Mîrê Aşitîyê” (Îshaq 9:6).

Ji ber vê yekê, wekî C.S. Lewis lec kirî, bawerkirinî ku Îsa bi tenê mamosteyek qenc e, vebijarkek nîne. Îsa bi eşekere û bê gelemşe îddia Xwedêbûnê kirî. Heke Ew ne Xwedê ye, wê hîngê Ew derewkarek e û ji ber vê yekê jî, pêxemberek, mamosteyek qenc an jî mirovek xwedênas nîne. Di hewlên tewîlkirina peyvikên Îsa de, “zanyar”ên nûjen îddia dikin ku “Îsayê dîrokî yê rastîn” pirr tiştên ku Încîl hildide Wî negotî. Ma Kelamê Xwedê yê li ser Îsa çi gotî an negotî divê em bi kê re gengeşî bikin? Ma “Zanyar”ek bi du hezar salan ji Îsa dûr, çawa dikare ji wan kesên ku li ba Îsa Bi Xwe jîyîne, xizmet kirine û ji hêla Îsa Bi Xwe hatîne hîn kirin, çêtir pê zanibe ku Îsa çi gotî û negotî (Yuhanna 14:26)?

Çima pirsgirêka li ser pênasa Îsa ya rastîn ew çend grîng e? Pirsa ku gelo Îsa Xwedê ye an na çima grîng e? Sedema herî girîng, ku divê Îsa Xwedê be, ev e ku heke Ew ne Xwedê be, dê mirina Wî ji bo cirmdayîna gunehên hemû dinê bes nedibûya (1 Yuhanna 2:2). Xwedê tenê dikaribû cirmek wisa bêdawî bida (Romî 5:8; 2 Korîntî 5:21). Dipêdivî Îsa Xwedê bûya, da ku Ew bikaribûya deynê me bida. Dipêdivî ku Îsa Mirov bûya ku Ew bikaribûya bimiri. Xelasî, bi tenê, bi navgîniya bawerîya bi Îsa Mesîh ve, tête dîtin. Sedema yezdantîya Îsa ev e ku riya yekta ya xelasiyê Ew e. Sedema yezdantîya Îsa ev e ku Wî diyar kir, “Ez rê û rastî û jîyan im. Ji bil navgîniya min çu kes nikare wasil Xwedê be” (Yuhanna 14:6).

English



Vegerin li serûpela Kurdî-Kurmancî

Îsa Mesîh kî ye?
© Copyright Got Questions Ministries