Ma Xwedê heye? Ji bo hebûna Xwedê îsbat heye?



Pirs: Ma Xwedê heye? Ji bo hebûna Xwedê îsbat heye?

Bersîv:
Mirov nikare hebûna Xwedê îsbat bike an jî biderewîne. Încîl dibêje ku divê em bi bawerîyê qebûl bikin ku Xweda heye: “Û bêyî bawerî, ne biderfet e ku Xwedê were şa kirin, lewre yekê ku Wî bipejirîne divê bawer bike ku Ew heye û Ew jî wan kesên ku li Wî ji dil û can digerin, xelat dike” (Îbranî 11:6). Heke Xwedê pir bixwesta, wî dikaribû bi asanî xuya bibûya û ji dinê giştî re îsbat bikira ku Ew heye. Lê heke Wî viya bikira, ji baweriyê re hewce nedima. “Paşê Îsa Mesîh jê re got, ‘Ji ber ku te min dît, te bi min bawer kir; xweziya min bi wan kesan, ku nedîtin lê bawer kirin.’” (Yuhanna 20:29).

Dîsa jî, nayê vê wateyê ku ji hebûna Xweda re çu îsbat tune. Încîl vedibêje, “Ezman mirês û rûmeta Xweda bang dike; asîman berhema destên Wî diyar dike. Her roj, ew peyivînê dibarînin; her şev, ew zanînê radixînin. Çu peyivîn an ziman tune ku dengê wan were bihîstîn. Dengê wan dadikeve kerika guhê erdê giştî, gotinên wan diçe wî serê dinê” (Mezmûr 19:1-4). Li stêrkan mêzekirin, berfirehiya gerdûnê famkirin, li nuwazeyên xweristê nihêrîn, xweşikiya dema rojavayek dîtin—van hemû tiştan nîşan li Xwedanê Afîrendêr dike. Heke van tiştanan ne bes bin, îsbata Xwedê di dilên me bi xwe de jî heye. Ecclesiastes 3:11 ji me re dibêje, “…Wî di dilên mirovan de jî cawîdanî ava kir.” Di hundurê me de di kur de em dipejirînin ku tiştek li wî aliyê vê jîyanê û yekek li wî aliyê vê dinê heye. Em dikarin vê agahiyê bi hişî înkar bikin, lê heyînîya Xwedê ya di me de û li dor me giştî hîn jî zelal e. Digel vê qasê, Încîl haydar dike ku hin kes dê dîsa jî hebûna Xwedê înkar bikin: “Bêhiş di dilê xwe de dibêje, ‘çu Xweda tune’” (Mezmûr 14:1). Lewra ku di tevahiya dîrokê de, li her çandê, li her şarezayê û li her parzemînê exlebê mirovan ji hebûna cûreyek Xwedê bawer dike, divê tiştek (an jî kesek) hebe ku bibe sedema vê baweriyê.

Digel van argumanên încîlî, yên ku ji bo hebûna Xwedê ye, argumanên vacî jî hene. Pêşîn, argumana heyînîzanî (ontolojîkî) ye. Ji bo îsbatkirina hebûna Xwedê, teşeya herî navdar a argumana heyînîzanî têgeya Xweda bikartîne. Ew dest bi salixdana Xwedê wisa dike: “Heyînîyek ku çu tişt/kes jê mestir nayê fam kirin”. Wê gavê tê gengeşî kirin ku hebûn ji tunebûnê mestir e û ji ber vî yekê, divê hebûna herî têfambûyî hebe. Heke Xwedê tunebûya, wê hîngê Xwedê ne dibû hebûna herî têfambûyî û viya jî dê salixdana Xweda bi xwe derewkar derxista.

Argumanek duyemîn, argumana armanczanî (teleolojîkî) ye. Argumana armanczanî vedibêje ku lewra gerdûn çêkirinek pirr ecêb şanî dike, divê Lêkiroxek xwedayî hebe. Mînak, heke Dinya çend sed mîl nêzîktirê rojê bûya jî ango jê dûrtir bûya jî, dê nikaribûya pir jîyan xwedî bikira mîna anaha. Heke çiştên (elementên) li atmosfera me ji sedî yek ji hevûdû veqetandî bûya, hema hema her tiştê jîndar li rûkê dinê dê bimiriya. Îhtimala teşegirtina yek nûnek (molekulek) proteînê, bi rasthatinî, ji 10243 1 e (li pê 10 243 sifir in). Yek şaneyek ji milyon heb nûnên (molekulên) proteînê pêk tête.

Argumana sêyemîn a vajî ya ji bo hebûna Xwedê, wekî argumana gerdûnzanî (kozmolojîkî) tê navandin. Divê her encam xwediyê sedemek be. Ev gerdûn û her tiştê ku tê de ye xwediyê sedemek e. Divê tiştek hebe ku bûbi sedema qewimandina her tiştî. Di dawiyê de, pêwîst e ku tiştek “bê-sedem” hebe, da ku bibe sedema her tiştê din biqewime. Ew sedema “bê-sedem” Xwedê ye.

Argumana çaran wekî argumana rewiştî (exlaqî) tê zanîn. Her çand di tevahîya dîrokê de bûye xwediyê teşeyek dadê. Her kes xwediyê wateya rast û çewt e. Kuştin, derew, dizî û bêrewiştî, hema hema bi gerdûnî tê red kirin. Ma ev wateya rast û çewt, heke ji Xwedanek pîroz nayê lê ji ku tê?

Tevî van hemû argumanan, Încîl ji me re dibêje ku mirov dê agahiya zelal û bêgelemşe ya Xwedê înkar bikin û dê ji dêla wî ve ji derewek bawer bikin. Romî 1:25 dide zanîn, “Wan rastiya Xwedê bi derewek dan û di dewsa Aferîndêr de tiştên aferîde perêstin û ji wan re xizmet kirin—Aferîndêrê ku her û her tête pesinandin. Amîn.” Her wisa, Încil bang dike ku bafika mirovan tune ku ji Xwedê bawer nekin: “Ji ber ku ji afirandina dinê vir ve sîfetên nexuya yê Xwedê —hêza Wî ya sermedî û xwerista xwedayî— bi eşkera hatî dîtin û ji yên ku hatine çêkirin hatî fam kirin; ji ber vê yekê ye ku mirov bafik tune” (Romî 1:20).

Mirov doz û dewa înkarkirina hebûna Xwedê dike, ji ber ku ew “ne zanyarî” ye an jî “ji ber ku çu peyt tune” ye. Sedema rastîn ev e, heke ew bipejirînin ku Xwedanek heye, her wiha pêwîst e ku ew têbigihîşin ku ew li hember Xwedê berpirsiyar in û hewcê bexşandina Wî nin (Romî 3:23, 6:23). Heke Xwedê heye, wê gavê em ji bo kiryarên xwe jî li hember Wî berpirsiyar in. Heke Xwedê tune be, wê gavê em dikarin çi bixwazin bikin, bêyî ku em bêçar xemgîn bibin ku Xwedê me daraz dike. Sedema ku pirraniya wan ên ku hebûna Xwedê înkar dikin xwe bi hişka bi teoriya peresendiya xwezaperistî ve dikin ev e—viya li hember bawerkirinê bi Xwedanê Afîrendêr hilbijêrek dide wan. Xwedê heye û paşiya paşîn jî her kes dizane ku Ew heye. Hinek radibin hebûna Wî pirr bi êrîşkarî diderewînin; bi rastî, ev diyarde bi xwe ji hebûna Wî re argumanek e.

Çawa em dizanin Xwedê heye? Wekî Xiristîyanan, em dizanin Xwedê heye; lewra em her roj ji Wî re dipeyivin. Deng nayê guhên me ku Ew ji me re dipeyive, lêbelê em heyîniya Wî seh dikin, em pêşengiya Wî hês dikin, em evîna Wî dizanin, em nîmeta Wî daxwaz dikin. Hin tişt di jiyanên me de diqewimin ku ji bil Xwedê raveyek ne mimkûn e. Xwedê me wisa mûcîzeware xelas dike û jîyanên me diguhezîne ku em nikarin ji qebûlkirin û pesina hebûna Wî birevin. Ji van argumanan çu heb jî nikare yekê ku qebûlkirina tiştê ku eşkere ye înkar dike, bibawerîne. Paşiya paşîn, pêwîst e ku hebûna Xwedê bi baweriyê were qebûl kirin (Îbranî 11:6). Bawerî bi Xwedê, pêngavek bêronî ya ber bi tariyê nîne; ew gavek bi ewle ya ber bi hundurê jûrek xweş-ronî ye ku pirraniya mirovan hîn jî li wir disekinin.



Vegerin li serûpela Kurdî-Kurmancî



Ma Xwedê heye? Ji bo hebûna Xwedê îsbat heye?