settings icon
share icon
Pirs

Jîyana Sermedî Heye?

Bersîv


Încîl şiverêyek zelal a jîyana sermedî pêşkêş dike. Pêşîn, divê em li xwe daynin ku me li hember Xwedê guneh kirine: "Ji ber ku me giştan guneh kirî û em ji pîrozahîya Xwedê re qîm nakin" (Romî 3:23). Me giştan tiştên ku Xwedê dixeyidîne kirî, yên ku me musteheqê cezê dike. Lewra ku hemû gunehên me, di dawîyê de, li dijî Xwedanek sermedî ye, cezayek sermedî tenê bes e. "Berdêla gunehan mirin e; lê xelata Xwedê, bi navgîniya Îsa Mesîhê Rebê me ve, jîyana sermedî ye" (Romî 6:23).

Lêbelê, Îsa Mesîh, bêguneh (1 Petrûs 2:22), Kurê Xwedê yê sermedî, bû mirovek (Yuhanna 1:1,14) û ji bo ku cirma me bide mir. "Xwedê evîna Xwe ya ji bo me, di viya de raber dike: ku em hê jî jî gunehkar bûn, Îsa ji bo me mir" (Romî 5:8). Îsa Mesîh ceza ku em musteheq in kişand (2 Korintî 5:21) û di çarmîxê de mir (Yuhanna 19:31-42). Sê roj şûnda Ew ji nû ve jîya (1 Korintî 15:1-4) û li dijî guneh û mirinê serkeftina Xwe anî ber çavan. "Di dilovaniya Xwe ya mezin de, Wî bi navgîniya jinûvejîna Îsa Mesîh ve, hêvîyek jîndar ji me re welidand" (1 Petrus 1:3).

Bi bawerîyê, divê em ji bo xelasîyê di derheqê Îsa de ramana xwe ya pêdandî –Ew kî ye, Wî çi kirî û çima kirî – biguherînin (Acts 3:19). Heke em bawerîya xwe bi Wî bînin, pê ewle bin ku Ew di çarmîxê de ji bo cirmdayîna gunehên me mirî, em ê werin bexşîn û sozê jîyana sermedî ya bihuştê bigirin. "Xwedê wisa ji dinê hez dikir ku lewma Wî Kurê Xwe yê yek û yekta şand, da ku heçî kî bi Wî bawer dike, qir bibe na, lê bigihîje jîyana sermedî" (Yuhanna 3:16). "Heke tu bi devê xwe bipejirînî, 'Îsa Rebb e,' û di dilê xwe de jî bawer bikî ku Xwedê Wî ji nav mirîyan ji nû ve rakir, tu ê werî xelas kirin" (Romî 10:9). Riya tenê ya rast ku diçe jîyana sermedî, ev e ku mirov bi tenê bawerî bi xebata Îsa ku di çarmîxê de qediyaye, bîne! "Lewra bi lutf û keremê ye ku hûn têne xelas kirin, bi bawerîyê – û ev ne ya/yê we bixwe ye, ew xelata Xwedê ye - ne bi kar û xebatê ye, da ku çu kesek nikaribe pesn û beradan bide xwe" (Efesî 2:8-9).

Heke hûn dixwazin Îsa Mesîh wekî Xelaskarê xwe qebûl bikin, li vir duayek mînak heye. Ji bîr mekin, gotina vê duayê an jî duayek din we xelas nake. Bitenê, bawerkirin bi Îsa dikare we ji gunehan xelas bike. Ev dua bitenê awayek e ku pê hûn bawerîya xwe ya bi Xwedê tênin ziman û ji Wî re ji bo peydakirina xelasiya xwe spas bikin. "Xwedêyo, ez dizanim ku min li hember Te guneh kir û ez cezê heq dikim. Lê Îsa Mesîh ceza ku ez musteheq im kişand, da ku bi navgîniya bawerîya Wî ez werim bexşandin. Ji bo xelasîyê, ez bawerîya xwe dispirêm Te. Spas ji nimeta Te ya şahane – xelata jîyana sermedî! Amîn!"

Ji ber yê ku we li vir xwend, we di derheqê Îsa de biryarek da? Heke bersîva we erê ye, ji kerema xwe re pê li bişkoka jêrîn “Îro min Îsa qebû kir” bikin.

English



Vegerin li serûpela Kurdî-Kurmancî

Jîyana Sermedî Heye?
© Copyright Got Questions Ministries